مقابلة اذاعية مع الكاتب في اذاعة السويد العالمية القسم الكردي يمكنكم السماع اليها تحت هذا الرابط:
http://www.sr.se/rs/
Zayele
2003/7/5 í×éz



Şemî 5/7- 2003
Di bernameya me ya îro de ku li ser pirsa EMU (pere yê yekgirtî ya Ewrûpa) ye Mêvanên programa me:


Naile Aras (ji Partiya Çep û endama şarewaniya Järfälla)

Tewfik Altuncî (ji Partiya Moderatan û endamê şarewanî yê Jönköping ê) ne.

EMU û Swêd

14ê meha septemberê hevwelatiyên Swêdê dê raya xwe ji bo pêkanîn yan jî redkirina EMU yê bidin. Sala 1997an dewleta Swêdê biryar wergirt ku di 1ê meha januari sala 1999an ya ku dema dawî ya cîhstandin di yekîtiya peran de be, amade nebe. Sedêmên wê jî bi baweriya ku piştgiriyek gelerî jê re nî ne û herweha pêvajoya birêvêçûnê bête taqîbkirin, hatin destnîşankirin. Di heman demê de hate gotin, ku Swêd rêya di rojek pêş de di yekîtiya peran de cîg bigire jî, vekirî hate hiştin. Ji xwe biryara dengdana giştî jî, encamek wê ye. Di hilbijartina giştî ango referendumê de, hemû kesên ku mafê dengdana şarewaniyê ango kommunalvalet heyî, dê bikaribin raya xwe eşkere bikin. Hevwelatiyên Swêdê ku 18 sal dagirtine û ew kesên 3 salan li Swêdê jiyayî û xwedî mafë rûniştinê ne. Di hilbijartinê de dê 3 babet deng bêtin raxistin. Ji pere yê yekgirtî ya Ewrûpa re-Erê, Na yan jî bêdeng…Li gor statistikan beşek berfereh ên hilbijêr li Swêdê hîn helwêsta xwe li ser vê pirsa eşkere nekirine. Sedemek ji yên herî girîng jî pirsa enformasyon û agahdariya li ser EMU yê tê destnîşankirin. Mevanên bernameya me Tewfik Altuncî-ji Partiya Moderatan û endamê şarewanî yê Jönköping ê li gel EMU, û Naile Aras, ji Partiya Çep û endama şarewaniya Järfälla, ku li hember EMU yê ne…


--------------------------------------------------------------------------------

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

الناقد العراقي